Serokwezîr spasiya Şahê Urdinê kir.
Îro li Menameya paytexta Behreyinê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din de, li gel Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên dîrokî yên di navbera Urdin û herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê de hate kirin.
Cîgirê Serokwezîrê Urdinê û wezîrê derve yê vê welatî, silav û rêzên Şahê Urdinê Şah Ebdulah gehande Serokwezîr û amadebûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyan di her warî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya piştîvaniya berdewam ya Şah Ebdulah û Urdinê kir û tekez li ser girîngiya berfire kirina warên hevkarî û hemahengiya li gel Urdinê kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin