Wezîrê berevanî yê Amerîkayê li Menameyê gotarek pêşkêş kir.
Îro wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin di forma Menameyê de gotarek pêşkêş kir û behsa rewşa Rojhilata Navîn û siyaseta Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn de kir.
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir ku, Amerîka girîngiyeke gelek zêde dide aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn de û berdewam dibe li ser kar û çalakiyên hevbeş yên li gel hevpeymanên xwe yên li deverê de.
Lloyd Austin eşkere kir ku, Amerîka bi temamî ji deverê navekêşe, û her gav pêwîst bike, vê Amerîka hêzên xwe yên li deverê zêdetir bike.
Derbarê rewşa Îraq û Îranê de jî Lloyd Austin anî ziman ku Amerîka berevanî ji serweriya Îraqê dike û li dijî destwerdaniyên Îranê di karûbarên Îraqê de radiweste.
Austin tekez li ser vê yekê jî kiriye ku Amerîka hem li Îraq û him jî li deverê bi giştî, rûbirûyê gefên Îran û komên ser bi Îranê dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin