Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 11:14

Hayedarî jê Ewrûpayê re tê dayîn

mimkune dîsa qedexeya hatûçûyê were ragihandin.
کوردستان TV
100%

Heta Adarê 500 hezar kes dimirin.

Korona hîn jî metirsiyeke mezine bo ser tendirostiya cîhanê û heta niha zêdetir ji 5 miliyon kesan li cîhanê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Her di vê derbarê de saziya tendirostiya cîhanî yaku bi WHO tê nasîn hayedarî daye Ewrûpayê û gotiye ku metirsiya Koronayê dîsa vegeriyaye Ewrûpayê û pêla nû ya Koronayê bilez li Ewrûpayê belav dibe.

Li gor daxuyaniya WHO eger tedbîrên pêwîst neyên stendin vê heta meha Adarê li Ewrûpayê zêdetir ji 500 hezar kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest bidin.

Her di vê çarçoveyê de gelek welatên Ewrûpî dîsa dest kirine bi stendina tedbîr û rêkarên nû û hin pispor jî behsa vê yekê dikin ku vê dîsa qedexeya hatûçûyê li Ewrûpayê were ragihandin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.