Dibêje bo xwe jî bawerî bi gotinên xwe nayîne.
Piştî ku wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar di gotareke xwe de li parlementoya Tirkiyeyê gotibû ku cîhek bi navê Kurdistanê tuneye li cîhanê de, îro wezareta pêşmerge ya Kurdistanê bersifa gotinên Xilûsî Akar da.
Di daxuyaniya wezareta pêşmerge de hatiye diyarkirin ku gotinên wî kesî, cîhê dilgiraniya mene, çawe dibe kesek di posteke fermî de înkara hebûna cîheke dîrokî, cografî û demografîkî yê cîhanê bike ku rastiye û bi dîrokê jî rastiya hebûna vê hatiye îsbatkirin?
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Akar bo xwe jî bawerî bi gotinên xwe nayîne, û lazime jê were pirsîn ku te serdana Kurdistanê kiriye û ev cîhê ku te serdan kiriye navê xwe Kurdistane.
Herwiha wezareta pêşmerge gotiye bila nav hatî bo ku ji rastiyan fêm bike li erşîv û dîroka Osmaniyan binêre daku bizanibe ku Kurdistan li kûderê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku destkefta aqiliyeta înkar kirina hebûna rastiya neteweyek hertim çavkaniya kêşeyan bûye û ti encameke baş bi xwe re ne aniye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin