Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:45

16 welatiyên Kurd li Efrînê hatine revandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

Di nava 5 rojan de hatine revandin.

Li gor zaniyariyên berdest, di nava 5 rojan de, komên cîhadî yên Tirkiyeyê li Efrînê 16 welatiyên Kurd revandine.

Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Efrînê, di nava 5 rojên derbasbûyî de komên terorîst yên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê, li Efrînê 16 welatiyên Kurd revandine û heta niha çarenivîsa welatiyên revandî nediyare.

Hate zanîn ku komên cîhadî yên Tirkiyeyê bo azad kirina wan welatiyan daxwaze pereyan ji kesûkarên wan dikin.

Weke tê zanîn ji bilî dom kirina prosesa guhertina demografiya Efrînê, zextên Tirkiye û komên terorîst yên Tirkiyeyê yên li dijî welatiyên Kurd li Efrînê berdewamin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.