Duhê danê êwarê ji Bexdayê gehêştibû Hewlêrê.
Duhê bi şev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîra derve ya Swêdê Ann Linde kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê, têkiliyên Swêdê yên li gel herêma Kurdistanê û Îraqê, derfetên hêlbirînê bo Hêlbirînerên Swêdî li Kurdistanê, rewşa aware û penaberan, rewşa kempa Hol, gefên terorîstên DIŞIê, azadî, demokrasî, mafên mirov, yeksaniya zayindî, pergala dadwerî li Kurdistan û Îraqê û metirsiyên guherîna keş û hewayê hate kirin.
Her du alî tekez li ser dabîn kirina aramiyê li Îraq û deverê, gehêştina tevahiya aliyan bi rêkeftinekê bo pêşeroja Îraqê û wenêrîn kirin bo her dozekê ku li ser hilbijartinan hatine tomarkirin bi awayek ku di xizmeta berejwendî û xwestekên Îraqiyan de be.
Di dawiya civînê de giftûgo li ser girîngiya berdewamiya hewldanên heyî yên bo baştir kirina rewşa jinan li Îraq û herêma Kurdistanê û beşdariya wan ya çalak di prosesa siyasî de hate kirin.
Têkiliyên nabera Hewlêr û Bexdayê û herwiha têkiliyên navbera Kurdistan û welatên cîran û hewldanên heyî yên bo darizandina terorîstên DIŞIê mijarên din yên vê civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin