Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:45

Şêx Şamo: Hikûmeta Îraqê erkên xwe cîhbicîh nekiriye

dibêje Şingal ji kontrola hikûmetê derketiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje li hember rêkeftina Şingalê berpirsiyartiyên xwe bicîh neaniye.

Şêwirmendê Serokê hikûmeta Kurdistanê yê bo karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo derbarê rêkeftina Şingalê de rexne li hikûmeta fedralî kir û ragihand ku hikûmeta federalî bo cîhbicîh kirina rêkeftinê heta niha gaveke cidî neavêtiye.

Şêx Şamo eşkere kiriye ku hin komên çekdar yên derveyê qanûnê dest danîne ser Şingalê û bi berdewamî zirarê didin xelkê Şingalê û hikûmeta Îraqê jî bo çareser kirina rewşa han heta niha ti gavek neavêtiye.

Şamo tekez li ser vê yekê kiriye ku raste rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin lê heta niha hikûmeta Îraqê bo cîhbicîh kirina rêkeftina han ti gaveke cidî neavêtiye.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku niha Şingal bi temamî ji destê hikûmeta Îraqê hatiye derxistin û hikûmeta fedralî jî nikare rewşa heyî ya li Şingalê kontrol bike û komên derqanûnî kontrol bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.