Behsa pêşde birina çanda demokrasiyê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîra derve ya Swêdê Ann Linde û şandeke pê re kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Ann Linde derbarê rewşa siyasî û ewlekariya Îraqê, hilbijartinên Îraqê, metirsiyên teror û hizra radîkalîzmê û pêşde birina çanda demokrasî û mafên mirovan de giftûgo kirin.
Her di heman civîn de her du alî rixmî balkêşandine ser dostatiya navbera gelê Kurdistan û Swêdê, hevdem, hebûna hijmareke zêde ji welatiyên Kurd li Swêdê weke pirek bo bihêztir û berfiretir kirina têkilî û dostatiya heyî wesif kirin.
Di berdewamiya civînê de şanda Swêdî rêzdariya xwe ya li hember berxwedan û qurbanîdana gelê Kurd û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de diyar kir û hewlên Kurdistanê yên bo parastina pêkhateyan û bihêztir kirina rol û pêgeha jinan bilind nirxand.
Serok Barzanî jî spasiya Swêdê kir ku, di rewş û rojên dijwar de piştîvanê gelê Kurdistanê bûye û li hember xebata azadîxwaz ya gelê Kurdistanê xwedan helwesteke însan dostane bûye.
Serok Barzanî herwiha spasiya hikûmeta Swêdê jî kir ku, di şerê dijî terorîstên DIŞIê de piştîvaniya hêzên pêşmerge kiriye û daxwaz kir daku dostatî û têkiliyên navbera Kurdistan û Swêdê werin bihêztir kirin.
N: E. G

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin