Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:57

Serokwezîr spasiya Swêdê dike

behsa rewşa Koçberan hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel wezîra derve ya Swêdê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîr derve ya Swêdê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 23ê Mijdara 2021an me pêşwaziya wezîra derve ya Swêdê Ann Linde kir

Di civînê de wezîra derve  ya Swêdê behsa dostatiya navbera herêma Kurdistan û welatê xwe û rola girîng û berçav ya diyasporaya Kurd li Swêdê kir û bi rêzdarî ve rol û pêgeha hêzên pêşmerge di têk birina terorîstên DIŞIê de bilind nirxand.

Di berdewamiya civînê de rixmî ku me jî spasiya Swêdê kir jiber piştîvaniyên xwe yên bo hêzên pêşmerge di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DIŞIê, hevdem me behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistan û kar kirin bo bihêztir kirina jêrxana abûrî û pir cure kirina çavkaniyên dahatê kir.

Rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan û girîngiya çareser kirina kêşeya koçberên ser sînorên Belarûs û Polendayê, mijarên din yên civîna me bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.