Behsa rewşa Koçberan kirin.
Duhê bi şev Cîgirê Serokê komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û piştre jî Serokwezîr derbarê naveroka peywendiya han de wisa nivîsand:
Êwara roja sêşem 23ê Mijdara 2021an Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Margaritis Schinas telefûna me kir.
Di peywendiya han ya telefûnî de me giftûgo derbarê rewşa penaberên ser sînora Belarûs û Polendayê kir.
Di vê derbarê de me daxwaz kir ku welatên Yekîtiya Ewrûpayê hevkariya Penaberan bikin.
Her du alî li ser vê yekê ku bazirganên mirovan û tîmên navnetewî yên qaçaxçiyan ev koçber û penaberan bo mebestên siyasî bikar tînin, hemfikir bûn.
Di berdewamiya peywediya han ya telefûnî de me balkêşande ser vegera zêdetir ji 400 Koçberan ku bi awayeke dilxwaz vegeriyane herêma Kurdisan û Îraqê û biryare di wan demên nêz de çend koçberên din jî vegerin.
Ji aliyeke din ve me tekez li ser girîngiya hebûna steratejiyeke demdirêj di navbera Îraq, Kurdistan û Yekîtiya Ewrûpayê de kir bo diyar kirina sînor li hember koç kirina derqanûnî. Herwiha me daxwaz ji Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê kir daku bi rêya liv û tevgerên bazirganî, hêlbirîna Ewrûpî, hevkariya darayî û teknîkî piştîvaniya bernameya reforman ya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin û ev yek jî dibe sedema zêdetir bûna derfetên kar bo xelkê Kurdistan.
Me ev yek jî da diyarkirin ku lazime civata navnetewî hevkariya zêdetir pêşkêşî ev aware û penaberan bike yên ku li herêma Kurdistanê dene.
Di berdewamiya peywendiya han de behsa wan rêkaran hate kirin ku ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ve bo pêşî girtin ji koç kirina derqanûnî hatine cîhbicîhkirin. Me amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pêşwazî kirin ji tîmên teknîkî ku ji Brûkselê vê serdana Hewlêr û Bexdayê bike bo stendina tedbîrên pêwîst, diyar kir.
Her du alî li ser berdewam bûna peywendî û hemahengiyê bo mijarên ku cîhê girîngiya hevbeşin, hemfikir bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin