Erbil 38°C Saturday 23 Aug 06:44

Siûdiye: Me çend navend ji nav birin

dibêje bi dehan dorne hatine jinavibirin.
کوردستان TV
100%

Ev navendên han taybet bûn bi dorneyan.

Hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Siûdiyeyê yaku li hember çekdarên Husî hevkariya hikûmeta yemenê dike ragihand ku êrîşeke berfire biriye ser navendên çalakiyên dorneyan ya husiyan.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, hevpeymaniya Erebî di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser pêgehên çekdarên ser bi Îranê ( husî) de, direngiya şeva derbasbûyî, balefirên hevpeymaniyê, êrîşeke berfire li dijî navendên wan çekdaran pêk anîne.

Di encama êrîşên han de çend navendên taybet bi çekdaran ku di nava wan de çalakiyên dorneyan dihatin organîzekirin hatine wêrankirin û bi dehan dorne jî hatine jinav birin.

Hevpeymaniyê derbarê hijmara kuştiyan de ti zaniyarî belav nekiriye.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.