Erbil 38°C Saturday 23 Aug 06:44

Şandeke Komara Çek serdana Kurdistanê dike

behsa rewşa koçberan li ser sînorên Belarûsê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê nû yê Komara Çek ya li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek ya li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 25ê Mijdara 2021an me pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek ya li Îraqê Peter Stepanovich kir.

Di civînê de jiber dest bikar kirina wî weke balyozê nû yê welatê xwe li Îraqê me pîrozbayî li Peter Stepanovich kir û di pîwerdariya xwe ya nû de û herwiha bo pêşde birina têkiliyên navbera Komara Çek, Îraq û herêma Kurdistanê de jî hêviya serkeftinê jê re xwest.

Balyozê Çek behsa têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Komara Çek de kir û amadebûna welatê xwe jî bo berfiretir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir û got: Amadekariya vê yekê dikin ku şandeke bazirganî ya Komara Çek di rojên pêşde serdana Îraq û herêma Kurdistanê bike û giftûgo derbarê derfetên bazirganî û hêlbirînê bike.

Girîngiya berdewamiya pêştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê, rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinê û rewşa koçberên ser sînorên Belarûs û Polendayê çend mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.