Erbil 38°C Saturday 23 Aug 10:01

Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa han peyameke metirsîdare

dibêje lazime mekanîzma hevbeş bo rûbirû bûna DIŞIê were ektîfkirin.
کوردستان TV
100%

Sersaxî daye malbetên pêşmergeyên şehîd.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber şehîd bûna 5 pêşmergeyan ku duhê bi şev li Kuleco di encama êrîşeke terorîstên DIŞIê de şehîd bibûn peyameke sersaxî weşand.

Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de sersaxî daye malbetên pêşmergeyên şehîd û hêviya bilez baş bûnê jî bo pêşmergeyên birîndar xwestiye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku êrîşa han ya terorîstî peyameke cidî û metirsîdare û nîşan dide ku hîn jî terorîstên DIŞIê gefeke rastînin bo ser ewlekriya deverê.

Serokê herêmê herwiha diyar kiriye ku hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymanan bo vê serdemê gelek girîng û pêwîste.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz kiriye ku mekanîzma hevbeş ya di navbera pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymaniya cîhanî de bo rûbirû bûna DIŞIê were ektîfkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.