Erbil 38°C Saturday 23 Aug 10:01

Omicron bû metirsiyeke mezin bo ser cîhanê

Îsraîl tevahiya deriyên xwe daxist.
کوردستان TV
100%

Îsraîl deriyên xwe bi temamî daxist.

Cureya nû ya Koronayê yaku bi kovîd 2021 anjî Omicron tê nasîn metirsîdartirîn cureya Koronayê ye.

Pisporên bayolojiyê û mikrobiyolojiyê jî dibijên ku vaksanên dijî koronayê ti bandorek li ser Omicronê nakin.

Omicron cara yekem li Efrîqayê hatiye dîtin û niha li çend welatên Ewrûpî jî bilez belav dibe.

Her di heman çarçoveyê de Îsraîl jî ji tirsa omîcronê biryar daye daku tevahiya deriyên xwe bo welatên din dabixe û li ser asta cîhanê Îsraîl li dijî omîcronê xwe qerentîne kiriye.

beriya niha welatên Ewrûpî jî hatûçûya navbera Efrîqa û Ewrûpayê qedexe kirin û Brîtanya jî deriyên xwe bi temamî daxistiye.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.