Erbil 38°C Saturday 23 Aug 10:01

Îtaliya têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê bihêztir dike

dema pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr pêşwaziya balyozê Îtaliyayê kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Îtaliyayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 28ê Mijdara 2021an me pêşwaziya balyozê Îtaliyayê yê li Îraqê Bruno Antonio kir ku jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî serdana me kiribû.

Di civînê de ku Konsulusê Îtaliyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, me spasiya balyozê Îtaliyayê kir bo kar û xizmetên wî yên bo pêşde birina têkiliyên navbera Îtaliya, Îraq û herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyozê Îtaliyayê li Îraqê rêzdariya xwe li hember hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balyozxaneya Îtaliyayê diyar kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyan di her warî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê, rewşa giştî ya Îraqê piştî hilbijartinan û rewşa koçberên ser sînorên Belarûs û Polendayê çend mijarên din yên civîna me bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.