Erbil 38°C Saturday 23 Aug 13:56

Serbazên Tirkiyê li ser sînorê Rojava kesekî sivîl bi lêdanê kuştin

li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin.
کوردستان TV
100%

Serbazên Tirkiyê kesekî xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor girtin û bi lêdan û qutanê kuştin.

Li gor nûçeyeke basnewsê duhî serbazên Tirkiyê li ser sînorê Rojava 3 kes girtin ku dixwastin ji gundê Erada yê nahiya Zirganê ya bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin.

Li gorî agahiyan, serbazên Tirkiyê gelekî li wan dan û peritandin.

Yek ji wan bi navê Ridwan Ehmed canê xwe ji dest da, yên din jî ji aliyê serbazan ve hatin girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.