Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 11:14

Japon jî deriyên xwe daxist

heta niha çend welatên din jî deriyên xwe daxistine.
کوردستان TV
100%

Ji tirsa cureya nû ya Koronayê deriyên xwe daxist.

Îro Serokê Japonê Fumio Kişida ragihand ku welatê wî amadekariyên pêwîst bo rûbirû bûna cureya nû ya Koronayê ya bi navê Omîcron kiriye.

Fumio Kişida diyar kiriye ku jiber belav bûna belez ya cureya nû ya Koronayê yaku bi navê Omicron tê nasîn û yekem car li Efrîqayê derketiye, biryar hatiye dayîn daku tevahiya deriyên Japonê daxin û rê nedin ti welatiyeke biyanî serdana Japonê bike.

Weke tê zanîn Omicron cureya nû û metirsîdar ya Koronayê ye û heta niha li çend welatan belav bûye û beriya niha jî çend welatên din weke Îsraîl û Brîtanyayê jî deriyên xwe daxistibûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.