Erbil 38°C Saturday 23 Aug 13:56

Dîsa terorîstên DIŞIê êrîş kirin

3 pêşmerge jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Pêşmergeyek şehîd bû.

Wezareta pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand ku şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li devera Kifirî dîsa êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine.

Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, di encama bersifdana hêzên pêşmerge de êrîşa DIŞIê hatiye têkbirin û terorîstên DIŞIê jî ji deverê reviyane.

Wezareta pêşmerge  herwiha diyar kiriye ku di encama pevçûnan de pêşmergeyek şehîd bûye û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn di nava 4 rojan de ev sêyemîn êrîşa terorîstên DIŞIê ye li deverê de û di êrîşa yekem yaku di destpêka hefteyê de pêk hatibû 5 pêşmerge şehîd bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.