Li Mîsanê êrîşî ser mala welatiyeke mesîhî hate kirin

welatiyê han xwedan dikanê meşrûb firotinê ye.
کوردستان TV
100%

Bi bombeyan mala han teqandine.

Li gor çapemeniya Îraqê duhê bişev li bajarê Emare ya li navenda parêzgeha Mîsanê kesên nenas bi bombeyan êrîşî ser mala welatiyeke mesîhî kirine.

Êrîş bi rêya bombeyên vedayî pêk hatiye û mala welatiyê mesîhî di encama teqînê de rastî ziraran hatiye.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku welatiyê han yê mesîhî xwedan dikanê firotina meşrûbêye lewma tê payîn ku jiber vê yekê êrîşî ser mala wî hatiye kirin.

Li gor çapemeniya Îraqê jiber gef û êrîşên komên çekdar û radîlak de tenê 8 malbetên mesîhî li Mîsanê mane.

Bi giştî li Îraqê jî zêdetir ji yek miliyon û 500 hezar welatiyên mesîhî hebûn lê jiber gef û êrîşan niha tenê 300 hezar ji wan mane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.