Serokkomarê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ger NATO li sînorê Ukrayna xeta wan ya sor derbaz bike ewê ji neçarî hin gavan biavêjin.
Putin ew hişyarî piştî ku karbidestên Amerîkî û Brîtanî û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bo piştgirîya axifîn, kir.
Stoltenberg ji rojnamevanan re got ku ‘’Ger Rûsya careke din dijî serxwebûna Ukrayna hêzên xwe bikar bîne ewê bedelên giran bide’’
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku ‘’ger Rûsya çalakiyeke girjiyê bilind dike li dar xe ewê bo Amerîka fikareke mezin çêke û ewê encamên helwestên êrîşkar giran bin.’’
Li Riga ya paytexta Letonya dê du rojan Hilcivîna NATO li dar keve û çaverê ye ku mijara sereke girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de be.
Putin dîyar kir ku ger li sînorê Ukrayna hejmara leşkeran were zêde kirin ewê girjîya li sînor gurtir bibe.
Putin got: Ger li Ukrayna sîstema êrîşê were çêkirin, dema firîna ber bi Moskowê ve 7 – 10 deqîqe ne, ger çek hîpersonîk be 5 deqîqe. Ka bifikirin! Emê li hember senaryoyeke wisa çi bikin?’’
Wî da zanîn ku ewê dijî gefan bersîveke wek gefê çêkin û ew dikarin niha jî wî tiştî bikin.
Putin diyar kir ku NATO bala xwe nade ser hişyarîyên wan û da zanîn ku wan muşekeke hîpersonîk bi awayekî serketî ceribandiye û ewê di serê salê de hazir be.
Rûsya, ji 2014’an vir ve piştgirîyê dide komên li rojhilata Ukrayna ku ew dixwazin ji wî welatî veqetin.
Rêvebiriya Ukrayna dibêje ku jiber pevçûnên li herêmê heta niha bi qasî 14,000 kes hatine kuştin.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin