Ajansa geşe pêdana Amerîkayê dest bi cîhbicîh kirina projeyan kiriye.
Li gor daxuyaniyek ku ji aliyê ajansa geşe pêdana Amerîkayê USAID hatiye weşandin, vê li Rojavayê Kurdistanê bo bihêztir kirin û awedan kirina jêrxaneke bihêz, çend projeyên girîng werin cîhbicîhkirin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku şandeke ajansê li Reqayê li gel rayedarên Rojavayê Kurdistanê civiyaye û di civînê de giftûgo li ser çawetiya awedan kirina jêrxanê, bînasazî û nûjen kirina rê û cadeyan kiriye.
USAID ku beriya niha tovên çandiniyê jî bo Cotiyarên Rojavayê şandibû, vê carê jî bo cîhbicîh kirina çend projeyan bi taybetî di warê bînasazî, nûjen kirina jêrxan, cade û rêyan de sermayegozarî kiriye.
Her bo vê mebestê jî şandeke leşkerî ya Amerîkayê jî li derdora Dêra Zorê çend civîn û hevdîtinên curbicur di vê derbarê de pêk aniye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin