Li dijî DIŞIê ji aliyê artêşa Îraqê ve destpê kiriye.
Artêşa Îraqê îro yekşem daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku li dijî terorîstên DIŞIê li parêzgeha Diyalayê dest bi operasiyoneke berfire hatiye kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îraqê de behsa vê yekê hatiye kirin ku armanc ji operasiyona han ji nav birina paşmayiyên terorîstên DIŞIê yên li deverê ye.
Herwiha hate zanîn ku di operasiyonê de balefirên leşkerî yên Îraqê jî beşdarin.
Weke tê zanîn piştî îxaneta Cotmehê û dagîr kirina deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê, ev deverên han bûne navendeke xwe bihêz kirina terorîstên DIŞIê û di wan demên dawî de jî terorîstên DIŞIê êrîşên xwe bo ser hêzên pêşmerge û welatiyên medenî li wan deveran zêdetir kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin