Di dema pêşwazî û civîna li gel Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier ku êvariya îro yekşem 05.12.2021 li Hewlêrê birêve çû, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rasterêkirina proseya siyasî li welat û hebûna aramiya siyasî bi pêdiviyeke bilez ji bo rûbirûbûna terorê û têkşikandina yekcarekiya dijî DIŞIê da zanîn.
Di civînê da ku, Konsulusê giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies û berpirsên ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî têde amade bûn, pêşhatên siyasî û ewlekarî yên Iraqê, hilbijartina Encumena Nûneran û pejirandina encamên wê, hengavên paşerojê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê û bihêzkirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin giftûgo kirin.
Her du alî hevra bûn ku ji bo rûbirûbûna terorê û têkşikandina DIŞIê, alîkarî û hemahengiya serbaziya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û berdewamiya piştigîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîste. Her li vî derbarî de birêz Balyozê Fransa li Iraqê, ji bilî sersaxî ya ji bo şehîdên vê dawiyê ya ji destê terorê li Pêşmerge û welatiyan, berdewamiya hemû hevkarî û piştigîriyekê welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Di derbarê Hikûmeta paşerojê ya Iraqê jî her du alî tekez li ser giringiya pêkanîna Hikûmetek kirin ku cihê rizamendî û komkerê hêz û pêkhatên Iraqê û bersîvderê çaverêyiyan û daxwaziyên welatiyan li aramî û jiyaneke baştir bê, her wiha rûbiruyê gefên niha û paşerojê bibê û rola xwe li parastina aramiya navçeyê da bibîne.
Peywendiyên Hewlêr û Bexda, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêziya aliyên Kurdistaniyan û hevbeşiya wan ya çalak li Bexda, pejika kovid_19 û encamên wê, pirsa koç û rewşa penaberan li Belarusya û Polonya, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, rewşa deşta Nînowa û Şingalê, amadehî û rola Fransa li navçeyê bi giştî, pêşhatên dawî yên li Sûriye û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin