Erbil 38°C Saturday 23 Aug 22:47

Li Efrînê çekdaran 6 kes girtin

cîhadî malên wan jî talan kirine.
کوردستان TV
100%

Komên cîhadî yên terorîst yên Tirkiyeyê 6 welatiyên Kurd li Efrînê girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ew 6 welatî, duh ji navçeyên cûda yên Efrînê ji aliyê komên cîhadî yên terorîst yên Tirkiyeyê ve hatine girtin ku 2 ji wan jin in.

Heman Navendê eşkere kir ku di dema girtina wan welatiyan de, çekdaran malê wan jî talan kirine û derî û pencereyên malê jî şikandine. Heta niha sedem û cihê girtina wan nayê zanîn.

Weke tê zanîn girtin, revandin û talan kirina mal û milkên welatiyên Kurd li deverê bûye karê rojane yê artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên Tirkiyeyê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.