Erbil 38°C Saturday 23 Aug 22:49

Serokwezîr li gel balyozê Franseyê civiya

Serokwezîr spasiya Franseyê dike.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û çend mijarên din kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Franseyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 6ê Çiraya pêşî ya 2021an me pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Eric Chevalier kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî û prosesa siyasiya Îraqê piştî hilbijartinan û êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê kir.

Me balkêşande ser girîngiya pêşde birina hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymaniya navnetewî ya dijî DIŞIê bo dawî anîn bi êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser şêniyên deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê, ku beşekin ji gefên berdewam bo ser xelkê ev deverên han û armanc ji wan êrîşan jî vala kirina wan deveran û guhertina demografiya wane.

Balyozê Franseyê piştîvaniya welatê xwe bo hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê û vegerandina aramiyê bo wan deverên rastî êrîşên terorîstên DIŞIê bûne diyar kir.

Di mijareke din ya civînê de nîqaş li ser rewşa koçberên ser sînorên navbera Belarûs û Polendayê jî hate kirin.

Balyozê Franseyê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku rêkarên pêwîst yên bo rê girî kirin ji koç kirina derqanûnî girtiye ber û herwiha asankarî jî bo wan koçberan kiriye ku bi awayeke dilxwaz dixwazin vegerin herêma Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.