Serokê herêmê û balyozê Fenlandayê civiyan.
Îro li Hewlêrê Serokê herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Fenlandayê yê li Îraqê Matti Lassila kir.
Di hevdîtinê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûn û ji bo roja serbixweyî ya Fenlanda pîrozbahî pêşkêşî balyozê Fenlandayê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û gel û Hikûmeta welatê wî xwest. Herwiha spasî Herêma Kurdistanê ya ji bo Fenlanda diyar kir ku dli sala 2015 ve li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DIŞIê de, hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê dike.
Balyozê Fînlandayê jî balkêşande li ser wê yekê ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyare li hemû waran da peywendiyan zêdetir pêş bixe, tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da, li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê û hengavên pêkanîna Hikûmeta paşerojê ya Iraqê, amadehî û pêgeha Herêma Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da, girîngiya aramiya siyasî, pirsa koç û koçberan û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin