Behsa êrîşên terorîstên DIŞIê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Eric Chevalier kir.
Di civînê de balyozê Franseyê jiber şehîd bûna pêşmergeyan di encama êrîşên terorîstên DIŞIê de hevxemiya xwe gehande Serok Barzanî û ragihand ku êrîşên vê dawiyê yên DIŞIê nîşaneya vê yekê ne ku hîn jî DIŞI metirsiyeke rastîne bo ser ewlekariya deverê.
Her derbarê heman mijarê de Serok Barzanî û balyozê Franseyê tekez li ser berfire kirina hemahengî û karên hevbeş yên di navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymaniya cîhanî de bo rûbirû bûna DIŞIê kirin.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan, hewlên damezrandina hikûmeta nû û rêbazên rûbirû bûna gefên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.
Di dawiya civînê de tekez li ser pere pêdana têkilî û dostatiya navbera Franse û Kurdistanê de hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin