Tabelaya Gilgamêş bo Îraqê tê vegerandin

di şerê kendavê de hatiye dizîn.
کوردستان TV
100%

Bi qaçax bo Amerîkayê hatibû birin.

Kevntirîn asara dîrokî ya cîhanê ku dîroka vê bo zêdetir ji 3 hezar û 500 salan vedigere, vê îro sêşem ji aliyê Amerîkayê ve radestî Îraqê were kirin.

Tabelaya Gilgamêş yaku asara herî kevnar ya Îraqê ye, di dema şerê Îraqê de hatiye dizîn û pişt re jî li Amerîkayê hatiye dîtin. Biryare îro ev tabelaya han ji aliyê Amerîkayê ve radestî rayedarên Îraqî were kirin.

Di sala 2014an de ev tabelaya han li Amerîkayê bi zêdetir ji 1 miliyon dolar hatibû firotin û pişt re di sala 2019an de biryara dest biser kirina tabelaya han ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê ve hatibû dayîn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.