Nêçîrvan Barzanî û Kazimî behsa êrîşên terorîstên DIŞIê kirin

Serokwezîr Îraqê telefûna Serokê herêmê kir.
کوردستان TV
100%

Peywendiyeke telefûnî bihevre kirine.

îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bi rêya telefûnê peywendî bi Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve kir û di peywedniya han de behsa êrîşên wan rojên dawî yên terorîstên DIŞIê li dijî hêzên pêşmerge li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê de kirin.

Di peywendiya han de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî piştîvaniya xwe bo hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê diyar kir û tekez li ser girîngiya hevbeşiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hêzên ewlekarî li deverên ku têde boşatiya ewlekarî heye kir.

Nav hatî herwiha diyar kir ku, lazime komîteyên hemahengiyê bilez werin çalakkirin bo rûbirû bûna terorîstan û ji nav birina yekcarî ya terorîstan.

Ji aliyê xwe ve Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Serokwezîrê Îraqê kir û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo hemahengî kirin li gel artêşa Îraqê bo dabîn kirina aramiyê li seraserê Îraq û Kurdistanê de diyar kir.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.