Gelek welatî canê xwe ji dest dane.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek derbarê teqîna li Besreyê weşand û di peyamê de Nêçîrvan Barzanî bi tundî teqîna han mehkûm kiriye.
Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Bi tundî êrîşa han ya terorîstî ya naverasta bajarê Besreyê mehkûm dikim ku bûye sedema can ji dest dana hijmarek welatiyan. Sersaxî didim malbet û kesûkarên qurbaniyan, hevparê xema wanim û ji xwedê daxwaz dikim ku rihê wan bi cenetê şad bike û birîndar jî bilez şefa bide.
Barzanî tekez li ser vê yekê kiriye ku herêma Kurdistanê di warê nûjdarî û warên din de amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin