Spasiya malbeta Metran kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya kesatiyê navdar yê Frensî û korê Daniel Metran kir û piştî civînê jî li ser hesabê xwe Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro sêşem 7ê Çiraya Pêşî ya 2021an me pêşwaziya Serokê dezgeha Metran û korê Xatû Daniel Metran Gilbert Metran kir.
Di civînê de ku balyozê Franse yê li Îraqê jî têde beşdar bû, me bi rêzdarî ve behsa helwestên dostane û piştîvaniyên xatû Daniel Metran û Francisco Metran kir ku di rojên dijwar de piştîvaniya gelê Kurdistanê kirine, lewre hertim kiriyar û helwestên dîrokî yên wan di bîra gelê Kurd de bi zindî dimînin.
Serokê dezgeha Daniel Metran jî behsa pêşkeftinên heyî yên li herêma Kurdistanê û serkeftina hikûmeta herêma Kurdistanê kir û eşkere kir bi cîhê dilxweşiyê wesif kir û amadebûna xwe jî bo piştîvanî kirina herêma Kurdistanê di nava navendên dîplomatîkî li cîhanê de diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin