Behsa rola Kurd û suneyan kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Mihemed Helbûsî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 7ê Çiraya pêşî ya 2021an me pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Teqedom Mihemed Helbûsî û şandeke pê re kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên Îraqê, şerê teror û êrîşên vê dawî yên terorîstên DIŞIê kir û tekez li ser girîngiya hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kir.
Di berdewamiya civînê de me derbarê jihev fêmkirinên aliyên siyasî di qonaxa pêş de û kar kirin bo dabîn kirina aramiya Îraqê bi rêya beşdariya çalak ya her du pêkhateyên Kurd û sune kir bo dabîn kirina aramî, geşe pêdan rewşa abûrî, jiyana xelkê û çareser kirina hertimî ya kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de li ser esasê destûrê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin