Pêşmerge dest bi operasiyoneke berfire kir

operasiyon bi hemahengî li gel artêşa Îraqê ye.
کوردستان TV
100%

Operasiyon ji 5 aliyan ve destpê kiriye.

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku îro çarşem li mihwerên yek ya Germesîr û du li Qeretepe hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê dest bi operasiyoneke berfire kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ev her du mihwer ku dikevin nava bazneya boşatiya ewlekarî ya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de gelek girîngin û hêzên pêşmerge dixwazin wan her du mihweran ji terorîstên DIŞIê paqêj bikin û metirsiya terorê dûr bixin.

Wezaretê diyar kiriye ku operasiyona han li gel hêzên artêşa Îraqê hevbeş û di çarçoveya wan rêkeftinan de ku beriya niha hatine îmzekirin destpê kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.