Dibêje vê gelek leşkerên Rûsî werin kuştin.
Nîqaşên li dor hewldanên Rûsyeyê yên bo dagîr kirina Ukraynayê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî tê gotin ku vê piştî serê salê Rûsye hêzeke gelek zêde bişîne deverê yaku niha nêzî 200 hezar leşker têde kom kiriye û pişt re jî Ukraynayê dagîr bike.
Di vê derbarê de wezîrê derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba huşdarî daye Rûsyeyê û gotiye eger Rûsye gaveke wisa bavêje vê gelek leşkerên Rûsî werin kuştin.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî Serokê Amerîkayê huşdarî dabû Rûsyeyê û gotibû eger rûsye gaveke wisa bavêje vê rastî dorpêçên gelek dijwar were.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin