Dibêjin em çek dananîn û êrîşî ser hêzên Amerîkî dikin.
Emîndarê giştî tevgera Nuceba Ekrem Kebî ragihand ku hêzên wan bi ti awayî çekên xwe dananin û hebûna xwe ya çekdarî berdewam dikin.
Kerm Kebî diyar kiriye ku dema pîwerdariya hêzên şerker yên Amerîkî û hevpeymanan li Îraqê bi dawî hatiye û em jî weke komên çekdar yên Îraqî ne amadene ku çekên xwe radest bikin beruvajî xwe amade dikin bo êrîş kirine ser hêzên leşkerî yên Amerîkayê eger ji Îraqê nevekêşin.
Nav hatî diyar kiriye ku Amerîka tenê ji zimanê zordariyê û çekê fêm dike lewre çekdanîna me bi wateya radest kirina Îraqê ye bi Amerîkayê.
Kebî herwiha behsa hewldanên heyî yên bo hilweşandina koma çekdar ya heşda şebî kir û ragihand ku ev plana han plana Amerîka, Îsraîl û çend welatên Erebiye û serkeftî nabe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin