Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 06:12

Amerîka: Hêzên me li Îraqê dimînin

îro dîsa aliyên şîe gef li hêzên Amerîkî kirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje piştî serê salê tenê pîwerdariya wan tê guhertin.

Beriya niha Îraq û Amerîka li ser vekêşîna hêzên şerker yên Amerîkayê yên li Îraqê lihev kiribûn û li gor lihev kirinê vê di destpêka 2022an de hêzên şerker yên Amerîkayê ji Îraqê vekêşin.

Ji aliyeke din ve li Îraqê komên çekdar yên ser bi Îranê gefa vê yekê dikin ku eger hêzên Amerîkî nevekêşin vê êrîşî ser wan bikin.

Herwiha hin aliyên siyasî yên şîe jî li ser vekêşîna hêzên Amerîkî biîsrarin û Amerîka jî bersifa wan dide.

Fermandarê giştî yê Fermndariya navenda ya Amerîkayê  Kenneth F. McKenzie di daxuyaniyeke xwe de yaku daye ajansa nûçeyan ya AP diyar kiriye ku hêzên Amerîkî li Îraqê navekêşin tenê cureya pîwerdariya wan tê guhertin.

Kenneth F. McKenzie diyar kiriye ku hêzên şerker yên Amerîkî piştî 2021an jî li Îraqê dimînin lê ne weke hêzên şerker belku weke hêzên perwerdakar û şêwirmend û hevkariya artêşa Îraqê dikin.

ji aliyeke din ve her îro koma çekdar ya Nuceba gef li hêzên Amerîkî kiriye û diyar kiriye ku piştî ser salê êrîşên xwe yên li dijî wan destpê dikin.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.