Girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê didome

çarenivîsa welatiyên Kurd yên girtî hîn jî nediyare.
کوردستان TV
100%

Di nava mehekê de zêdetir ji 40 welatî hatine girtin.

Li gor daxuyaniyeke navenda mafên mirovan ya Kurdistanê, di wan rojên dawî de operasiyonên hêzên rejîma Îranê yên bo girtina welatiyên Kurd gelek zêde bûne.

Li gor daxuyaniya han duhê jî li bajarê Merîwanê 2 welatiyên din yên Kurd ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatine girtin û bi vê awayî tenê di mehekê de li parêzgeha Sineyê bi giştî 40 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Çarenivîsa girtiyan heta niha nediyare û hêzên rejîmê jî rê nadin malbetên girtiyan daku hevdîtinan li gel hev pêk bînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.