Behsa rewşa Îraqê û kemîneyan kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Patrîkê kilîseya Keldanî ya li Îraq û cîhanê Kardînal Louis Sako kir.
Di civînê de ku Metran Beşar werde jî têde beşdar bû, giftûgo li ser rewşa Îraqê û rewşa kemîneyan li Îraqê hate kirin û Patrîk daxwaz ji Serok Barzanî kir daku bo lihev nêz kirina aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê rola xwe bilîze daku aramî li Îraqê were dabînkirin.
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa pêkhateya Mesîhiyan li Îraq û Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin