Li Kurdistanê zêdetir ji 150 kesên din bi Koronayê ketin

9 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbabsûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 157  kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 75 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 370 berketiyên berê jî baş bûne û 9 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.