Kanada dibêje rewş gelek metirsîdare.
Cureya nû ya Koronayê yaku yekem car li Efrîqayê hatiye dîtin û bi Omîcron tê nasîn, li cîhanê bilez belav dibe û welatên cîhanî jî fikar û dilgiraniyên xwe li hember metirsiyên Omîcronê diyar dikin.
Di vê derbarê de wezareta tendirostiya Brîtanyayê û Serokwezîrê vê welatî eşkere kirine ku Omîcron li Brîtanyayê bilez belav dibe û bûye sedeme metirsiyeke mezin li ser selametiya welatiyan.
Herwiha li Kanadayê jî bi heman awayî Serokwezîr diyar kiriye ku rewş gelek metirsîdare, Omîcron bilez belav dibe û lazime tedbîrên pêwîst werin stendin.
Ji aliyeke din ve beriya niha çend welatên cîhanê weke Îsraîl, Japon, Brîtanya û çend welatên din weke tedbîrek bo pêşî girtin ji belav bûna Omîcronê sînorên xwe daxistibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin