Li dijî Tirkiyeyê çalakiyeke rûnîştinê destpê kir

ji aliyê Tirkiyeyê ve radestî komên terorîstî hatine kirin.
کوردستان TV
100%

Li berdem balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê çalakî destpê kiriye.

Malbet û kesûkarên wan welatiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin, li berdem balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê dest bi çalakiya rûnîştinê kirin.

Kesûkarên wan welatiyan daxwaza azad kirina zarokên xwe û vegerandina wan dikin.

Weke tê zanîn beriya 4 mehan zêdetir ji 9 welatiyên Kurd yên şêniyên bajarên Serdeşt  û Paweyê ku bi qesda Ewrûpayê çûbûn Tirkiyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin û Tirkiye jî ev radestî komên terorîst yên cîhadî li Sûriyeyê kirine.

Niha malbet û kesûkarên wan daxwaz ji Tirkiyeyê dikin daku zarokên wan bo wan vegerîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.