Siûdiye: Em bi danûstandinan ne geşbînin

dibêje Îran dixwaze danûstandinan rawestîne.
کوردستان TV
100%

Komcivîna Riyazê bi dawî hat û Siûdiye jî dilgirane.

Komcivîna welatên Erebî yaku li Riyaza Paytexta Siûdiyeyê hatibû lidarxistin bi dawî hat.

Piştî komcivînê wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Bin Ferhan Alsiûd di preskongeransekê de ragihand ku di komcivînê de behsa çend mijarên girîng yên taybet bi deverê hatiye kirin.

Wezîrê derve yê Siûdiyeyê herwiha eşkere kiriye ku di kom civînê de nîqaş li ser destwerdanên Îranê yên di karûbarên welatê deverê de hatiye kirine û welatên deverê ji vê siyaseta Îranê nerazîne.

Feysel Bin Ferhan Alsiûd herwiha eşkere kiriye ku ev weke welatên Erebî ji komcivînên navbera Îran û welatên cîhanê yên taybet bi bernameya etomiya Îranê ne geşbîbin jiber ku Îran hewl bo rawestandina danûstandinan dide.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.