Amerîka li Kurdistanê sermayegozariyeke nû dike

vê 400kw elektirîkê berhem bînin.
کوردستان TV
100%

Di warê hêlbirîna elektirîkê de çend projeyan cîhbicîh dike.

Îro şandeke Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê serdana wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê kir.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa elektirîkê û projeyên ku li Kurdistanê de bo hêlbirîna elektirîkê hatine cîhbicîhkirin kir û şanda Amerîkî eşkere kir ku, kompaniyên Amerîkî amadene li Kurdistanê di kerta elektirîkê de jî sermayegozarî bikin.

Li gor daxuyaniya wezareta elektirîkê, şanda Amerîkî ev yek diyar kiriye ku kompaniyên Amerîkî amadene bo hêlbirîna 400 kw elektirîkê ji tîşka rojê çend projeyên girîng û mezin cîhbicîh bikin.

Wezareta elektirîkê jî kêfxweşiya xwe ya li hember vê pêngavê diyar kiriye û tekez li ser pêşkêş kirine her cure asankariyekê ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve bo wan kompaniyan kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.