Ciwanên şoreşgêr êrîşî ser deriya Simêlka kirin

zirarên mezin yên madî ber deriyê ketine.
کوردستان TV
100%

Gelek zirarên madî gehandine deriya han.

Duhê bi êwarê hijmareke endamên tevgerên ciwanên şoreşger ya ser bi PYD li Rojavayê Kurdistanê, êrîşî ser deriya sînorî ya Simêlka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kirin.

Di encama êrîşa han de gelek zirarên madî ber deriya han ketine.

Birêveberatiya deriya Simêlka jî daxuyaniyek li ser vê mijarê belav kiriye û ragihandiye ku ev ciwanên han bi handana pkkê û hin aliyên din yên siyasî bi mebesta çê kirina aloziyan êrîşî ser deriya sînorî ya Simêlkayê kirine û di encama êrîşa han de gelek zirarên mezin yên madî ber deriya han ketine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.