Awareyên Şingalî jiber rewşa deverê navegerin

dibêje xelk li benda cîhbicîh kirina rêkeftinê ye.
کوردستان TV
100%

Wezareta koç û koçberiyê ya Îraqê daxuyanî daye.

Wezareta koç û koçberiya Îraqê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku welatiyên aware yên Şingalê hîn jî nevegeriyane cîhên xwe û di nava rewşeke dijwar de dijîn.

Di daxuyaniya wezareta koç û koçberiyê ya Îraqê de behsa vê yekê hatiye kirin ku jiber normal nebûna rewşa Şingalê, nebûna aramiya siyasî û ewlekariyê, xelkê Şingalê nikare vegere ser mal û milkên xwe.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku xelkê Şingalê li benda cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê ne daku vegerin ser malên xwe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.