Îro ahengên taybetî hatin organîzekirin

yekem car di sala 1945an de bi fermî hatiye bikaranîn.
کوردستان TV
100%

Roja alaya Kurdistanê hate pîroz kirin.

Her sal 17ê Çiraya pêşiyê weke roja alaya Kurdistanê tê pîrozkirin, lê îsal jiber ku ev roja han dikeve înê û betlaniye li Kurdistanê de, ahengên taybet bi vê rojê, rojek pêştir hatin organîzekirin.

Di vê çarçoveya de li tevahiya îdareyên hikûmetê de ahengên taybet bi roja alaya Kurdistanê hatin organîzekirin.

Herwiha welatiyên Kurdistanê jî bi liber kirin kincên gelirî û ahengên curbicur ev roja han pîroz kirin û ala li ser xelkê dabeş kirin.

Dîroka nav lê kirina alaya Kurdistanê bo sala 1945 vedigere û di vê salê de 35 roj beriya ragihandina komara Kurdistanê ya li Mehabadê alaya Kurdistanê li ser balaxaneya şaredariyê ya vê bajarê hatiye bilindkirin.

Tevahiya tevger û partiyên Kurdî alaya han weke alaya fermî dinasin, ji bilî pkk, pkk jî heta sala 2000an ev alaya han bi alaya fermî ya xwe dinasî lê piştî 2000an pkk steratejiya xwe guehert û dest bi dijatiya alaya han kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.