Jiber hildana ala Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, duhê li bajarê Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê ciwanekî temen 15 sal binçav kirine.
Navenda Hengawê diyar kiriye ku sedema girtinê ewe ku, ev ciwanê 15 salî, bi navê Daniyal Azad di roja ala Kurdistanê de, alaya Kurdistanê bilind kiriye.
Navendê eşkere kiriye ku Daniyal Azad bi danîna kefaleta 100 miliyon tomen, bi awayeke demkî hatiye azadkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin