Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 06:09

Kiriyarên DIŞIê zêdetir bûne

di nava du salan de sedî 10 kiriyarên DIŞIê zêde bûne.
کوردستان TV
100%

Li derveya Îraq û Sûriyeyê DIŞI kiriyarên xwe zêdetir kiriye.

Li gor raporteke wezareta derve ya Amerîkayê, di wan du salên dawî de kiriyarên terorîstên DIŞIê li derveya sînorên Îraq û Sûriyeyê zêdetir bûne.

Di raporta wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, li gor salên 2018 û 2019, kiriyarên terorîstên DIŞIê li derveya Îraq û Sûriyeyê bi qasî sedî 10 zêdetir bûne.

Di berdewamiya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku di salên 2020 û 2021an de, li derveya sînorên Îraq û Sûriyeyê de, kiriyarên terorîstên DIŞIê yên ku ji aliyê DIŞI û baskên DIŞIê ve hatine kirin zêdetir bûne.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku hijmara herî zêde ya qurbaniyan li derveya sînorên Îraq û Sûriyeyê de jiber kiriyarên DIŞI û baskên DIŞIê bûye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.