Îraq dest bi çê kirina berbestên ewlekarî dike

heta niha ji sedî 80 karûbaran hatine cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Li ser sînorên Sûriyeyê berbest têne çêkirin.

Peyvdarê artêşa Îraqê Yehya Resûl ragihand ku ev demêke hikûmeta Îraqê bo pêşî girtin ji hatina terorîstên DIŞIê bo nava axa Îraqê dest bi çê kirina berbestên ewlekarî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de kiriye.

Li gor gotinên Yehya Resûl niha ji sedî 80ê karûbarên pêwîst yên bo çê kirina berbestên ewlekarî hatine cîhbicîhkirin û di demeke nêzde karên han bi dawî dibin û di encama wan projeyan de jî asayîşa sînoran bi awayeke baş tê parastin.

Weke tê zanîn beriya çend mehan Îraq ragihandibû ku dest bi çê kirina berbestên ewlekarî li ser sînorên li gel Sûriyeyê kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.