Dibêje Omicron li Îraqê nehatiye dîtin.
Piştî belav bûna hin nûçeyan li dor tomar kirina yekem haleta Omicronê li Îraqê wezareta tendirostî ya Îraqê daxuyanî da.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, heta niha ti haleteke Omicronê li Îraqê nehatiye tomarkirin û nûçeyên ku qala tomar kirina Omicronê dikin dûrin ji rastiyê.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku aliyên têkildar bi hemahengî li gel wezareta tendirostî tevahiya amadekariyên pêwîst bo rûbirû bûna Omicronê kirine.
Wezaretê daxwaz ji xelkê kiriye daku xwe vaksîne bikin û ewin ku du caran xwe vaksîne kirine bo cara sêsiyan jî xwe vaksîne bikin jiber ku vaksîn baştirîn rêye bo xweparêziyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin